Li Entabê wehşet: Kesekî xanim, xwesû û xwezûrê xwe kuşt

Li Entabê wehşet: Kesekî xanim, xwesû û xwezûrê xwe kuşt

Li Entabê kesên ku tê îddîakirin aqil avêt xanim, xwesû û xwezûrê xwe kuşt.

Li Nîzîba Entabê li gor îddîyan kesekî ku bi jina xwe re ne lihev bû û ev demek dirêj ji jina xwe dûr dijîya aqil avêt û bi tifingê xanim, xwesû û xwezûrê kuşt û bûrayê xwe birîndar kir.

Hat ragihandin li Nîzîba Entabê li gor îddîyan kesekî bi navê Eyyup Yakarê ku bi jina xwe Gulşen Yakar re ne lihev bû û ev demek dirêj ji jina xwe dûr dijîya li jina xwe gerîya û jê qîza xwe biçûk xwest. Ji ber ku jina wî bersiveke neyînî dayê tifingê girt destê xwe û berê xwe da xwezûrê xwe Bekîr Kose û hema ji berê ve di ser wan de berik reşand. Di encama bûyera ku rû da de Eyyup Yakar xanima xwe Gulşen Yakar, xwesûwa xwe Gulsum Kose û xwezûrê xwe Bekîr Kose kuşt û bûrayê xwe Yunus Kose jî birîndar kir.

Koseyê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê û kesên ku hatin kuştin jî hatin birin mirîxanêç

Bo Yakarê ku xanim, xwesû û xwezûrê xwe kuşt bê girtin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.