Li Entabê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin
Ji ber minasebeta salvegera teşrîfkirina Hz. Muhammedê ku bo aleman wek rahmet hatiye şandinwelatiyan li Entabê berê xwe dan mizgeftan û ji dil û can hewil dan şevê îhya bikin.
Li Entabê ji ber minasebeta salvegera teşrîfkirina Hz. Muhammedê ku bo aleman wek rahmet hatiye şandin welatiyan berê xwe dan mizgeftan û ji dil û can hewil dan şevê îhya bikin. Di bergeha Qandîla Mewlûdê de li Mizgefta Mezin a Entabê bernameyek hat tertîpkirin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dan şevê bi diayan û bi nimêjê borandin û hewil dan vê şeva mibarek û bi xêr îhya bikin.
Di bernameya ku hat tertîpkirin de Qur’an hat xwendin, sohbet hatin kirin û dia hatin kirin. Miftiyê Navçeya Şahînbeya Entabê Musa Îmamoglu di bernameya ku hat tertîpkirin de derbarê girîngiya şevê de axavtinek kir. Îmamoglu di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Hz. Muhammed bo her kesî mînakeke mukemmel e û divê Misliman jiyana Wî ji xwe re mînak bistînin.
Piştî bernameyê welatiyên ku hatibûn mizgeftê derbarê girîngiya şevê de hest û ramanên xwe anîn zimên û diyar kirin ew ji ber ku gihaştine şeveke wisa pir şad û bextewar in û ew daxwaz dikin ev şev bo alema Îslamê bibe wesîleya xêr û bereketê.
Welatî hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:
Mehmet Şenbaş: “ Serokên welatên Mislimanan ji dêla ku ji xwe re şexsiyetên xerbî rêber bistînin pêwîst e Hz. Muhammed wek rêber hilbijerin.”
Selahaddîn Gunduz: “Em wek Mislimanan divê di riya Wî de bimeşin.”
Fîlîz Şeker: “ Xweda me tevan ji şefaata Wî mehrûm neke.”
Erdal Solmaz: “ Ev şev bila ji temamê alema Îslamê me re mibarek be.”
Salih Barişpolat: “ Bi hatina Hz. Muhammed guherînek mezin di temamê dinyayê de pêk hat.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.