Li Erebîstana Siûdê kesên girîng ji wezîfê hatin girtin

Li Erebîstana Siûdê kesên girîng ji wezîfê hatin girtin

Li Erebîstana Siûdê, Sefîrê Washîngtonê yê welat, Serokê Îstîxbaratê, Fermandarê Hêzên Zemînî û hinek wezîrên din ji wezîfê hatin girtin.

Hat ragihandin ku li Erebîstana Siûdê, di derbarê tayînan de ji teref Qral Selman bîn Abdulazîz ve herî kêm 40 qerarnameyên qraliyetê hat weşandin.

Bi qerarnameya nû 2 lawên Qral Selman tayînê wezîfeyên asta bilind hatin kirin. Wek Sefîrê Washîngtonê jî Emîr Halîd bîn Selman bîn Abdulazîz hat tayînkirin.

Her wiha Wezîrê Çandî û Enformasyonê Adîl Tureyfî, Wezîrê Karûbarên Civakî Halîd bîn Abdullah, Fermandarê Hêzên Zemînî Korgeneral Aîd bîn Avad bîn Aîd Eş-Şelevî, Berdevkê Koalîsyonê Ahmed Hasan Asîrî ji wezîfê hatin girtin. Di şûna wan de kesên din hatin tayînkirin.

Her wiha biryar hat dayîn ku Konseya Ewletiya Erebîstana Siûdê were sazkirin û dê Muhammed Gafîlî bibe serokê saziyê.

Her wiha bi qerarnameyê re ji bo wezîrtiyên Teknolojiyên Ragihan û Zanistê, Sekretertiya Giştî ya Lijneya Wezîrtiyê, Sekretertiya Giştî ya Pererazandinê, Sekretertiya Giştî ya Meteorolijî û Ewlehiya Hawîrdor, Midûrtiya Giştî ya Gumrukê, Wezîrtiya Şaredariyan û gelek amîrtiyan tayîn pêk hat.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler