Li Fransayê 242 kes hatin binçavkirin
Di xwepêşanên ku li Fransayê hat lidarxistin de 9 kes birîndar bûn û 242 kes jî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di xwepêşanên ku di dawîya heftîyê de li tevahîya Fransayê hatin lidarxistin de heta niha 9 kes birîndar bûn û 242 kes jî hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji destpêka xwepêşanan heta niha tevde 8 xwepêşandar hatin binçavkirin. Wezareta Karên Hundir destnîşan kir 66 hezar kes beşdarî xwepêşanên ku hat lidarxistin bûn.
Di xwepêşan û çalakîyên heftîyên borî de 136 hezar kes xwe berdabûn kolanan û zêdetirî hezar û 700 kes hatibûn binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.