Li Helebê piştî agirbestê herî kêm 400 siwîl jiyana xwe ji dest dan

Li Helebê piştî agirbestê herî kêm 400 siwîl jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûrî ji 19ê Îlonê pê ve ya ku dawî li agirbestê hat li Helebê nêzî 450 siwîl di encama êrîşên rejîma Esed û Ûris de di bombebarankirina hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

Heleb bû hedefa rejîma Eset û Ûris. Hat ragihandin ku di êrîşa ku doh li Helebê hat lidarxistin de jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derketiye 85an û ji agirbesta yek hefteyî ya ku ji 19ê Îlonê pê ve dawî lê hat herî kêm 450 siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Li Helebê derên wekê Hulluk, Bustanu'l Başa, Ard Hamra, Kadi Asker, Tarîku'l Bab, Muyesser, Meşhed, Zîbdîyye, Salîhîn, Katirci ve Ensarî yên di bin dorpêçkirina Esed de ne doh bi tevahiya rojê hatin bombebarankirin.

Piştî bombebarankirina wan deran jin, zarok û zilam bi tevahî 85 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek avahî ser û bin bûn û binesazî ji bilî ve hilweşiya.

Alîkariyên ku ji bo siwîlên li Sûrî tên kirin didomin û doh 4 TIRên alîkariyê giha Şam û Îdlîbê. Çend heftî berê 18 TIRên ku hewl didan alîkariyê ragihînin Helebê di heraketên hewayî de hatibûn bombebarankirin û 20 kes jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Bertekên ku ji qetlîamê re hatiin dayîn

Ji çar terefên cîhanê ji qetlîama ku li Helebê hat kirin bertek hat nîşandan. Wezîrê Karûbarên Derve yê Siwîsê Margot Wallstrom bangewazî li Ûris û rejîma Esed kir da ku ev êrîş bisekine.

Wallstrom di televîzîyona dewletê ya bi navê SVTyê de di derbarê mijarê de daxuyanî da. Wallstrom diyar kir ev bombeyên warêlê, bombeyên ku ji bo îmhakirina penagehan tên bikaranîn li Helebê Siwîlan qetil dike. Ev yek jî gel kovandar dike.

Nûnerê Îngîlîstanê yê Yekitiya Miletan Matthew Rycroft jî diyar kir ku ew bi êrîşekî wehşiyane û xedar a ku heta îro nehatiye dîtin re rû bi rû mane û ev yek jî sûcê şeran e. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.