Li herêma erdhejê ya Kurdistana Îranêproblema sereke mişkîleya starbûne

Li herêma erdhejê ya Kurdistana Îranêproblema sereke mişkîleya starbûne

Li Îran û Iraqê ji ber erdhejê gelek mal û avahî hilweşiyan. Alimên Kurdîstana Îranê îfade dikin ku li herêmê pisgirêka herî zêde problema starbûn û pereyê neqdî ye û ji bo alîkariyan bangî xêrxwazan kirin.

Ji bo birînên erdheja ku heftiya borî li ser sînora Iraq-Îranê pêk hat bên pêçan saziyên alîkariyê xebatan didomînin. Di erdheja ku bi sedan însan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran mal û avahî jî hilweşiyan û bi hezaran gund, medrese û mizgeft jî wêran bûn de alimê Kurdistana Îranê bengewaziya alîkariyê dikin û dibêjin pirsgirêka herî mezaina pêwistiya sitarbûn û pereyê neqdîye.    

Piştî erdhejê Mamoste Ahmed Behramiyê ku rayedarê Cemaata Islah û Dawetê destnîşan kir û got: “Di qada 150 kîlometreyî ya ji Cavanrutê heta bajarê Serpolê Zehab 70 mizgeft û 70 medreseyî zirar dîtin û tahrîb bûn. Li wê deverê 50 hezar avahî tehrîb bûn. Ji hezarî zêdetir însan birîndar bûn û bi hezaran jî ajal dibin enqazê de man û telef bûn. Hilweşandinên mezin pêk hat.”

“Ji ber ku 50 hezar mal hilweşiyan gel li derve dimîne”

Behramî destnîşan kir ku bi hezaran însan li derve mane û xebatên alîkariyê jî ne bes in û ji ber Weqfa Karwana Umûdê çûbû alîkariya wan malavahiya xwe anî ziman û got: “Tu dewlet bi wateyek cidî alîkarî li vir nekir. Ev 3-4 rojên paşî tiştin li vir kirin, lê qet ne bes e û zaf kêm e. Ji Tirkiye Weqfa Karwana Umûdê hat. Niha gel bi hêviye ku em alîkariya wan bikin. Ji ber 50 hezar mal hilweşiyane gel li derve dimîne. Ji ber şert û mercên zivistanê îhtîyacên gel zêde bi alîkariyan hene. Li gelek gundan mirin çêbûn. Niha herî zêde pêwistî bi çadir û pereyê neqdî heye.”

“Pêwistî bi pereyê neqdî heye”

Katib û Muterecimê Yekîtiya Alimê Kurdistanê Abdulazîz Selamî malavahiya xwe ji bo kesên ji Kurdistana Tirkiye hatine alîkariyê re malavahiya xwe anî ziman û got em li hêviya Mislimanê cîhanê ne ku destê alîkariyê dirêjî me bikin. Selamî dû re wiha li axaftina xwe zêde kir: “Zirarên kêm û zêde pir xisar çêbûn. 5-6 hezar însan bi awakî cidî birîndar bûn. Li deverên Kurdan yên erdhej lê qewimî zêdetirî 75 mizgeft û medresê hilweşiyan û nayên bikaranîn. Dirûm û weziyet wek hun dibînin e. Em ji birayên xwe yên Kurdistana Tirkiyê daxwaz dikin bila ji bo em van mizgeft û medreseyan dîsa îmar bikin alîkariya pereyê neqdî bi me re bikin. Pêwist e mizgeft û medrese bên îmarkirin û têkevin xizmeta gel. Niha pêdiviya me zêdetir bi çadir, xida û eşyayên din hene.”   

“Em ferqê naxin navbera birayên xwe yên Kurd-Tirk-Erep, Şîî û Sunnî; em bangî hemî birayên xwe yên Misliman dikin”

Mamoste Selamî diyar kir ku em ferqiyê naxin navbera birayên xwe yên Kurd-Tirk-Erap, Şîî û Sunnî û em bangî hemî birayên xwe yên Misliman dikin û dû re wusa axaftina xwe bidawî kir: “Tirkiye bi hezaran çadir û materyalên alîkariyê şand Îranê. Lê belê heta niha tu tiştek negihaye destê me. Ji vir em bangî birayên xwe yên Kurd-Tirk-Erap, Şîî û Sunnî, hemî birayên xwe yên Misliman dikin. Bila alîkariyê bigihînin navçeya Serpol Zehaba bajarê Kîrmanşahê. Wek min di serî de got beriya hertiştî pêdivî bi selihandin û nûvekirina  mizgeft û medreseyan heye. Ger alîkarî bên kirin xelkên me yên li vir wê piçkî rehet bibe.” (ÎLKHA)   












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.