Li Hîndîstanê baranên mûsonê: 511 mirî

Li Hîndîstanê baranên mûsonê: 511 mirî

Li Hîndîstanê ji ber ku serê mehê ve baranên mûsonê bandora xwe didomînın lehî rabû û ax herikî, di encama bûyerên qewimî de 511 kesan jiyana xwe ji dest da.

Tê îfadekirin ku ji ber ku li Hîndîstanê baran û şiliya zêde  li welêt gelek felaketên lehî û herikandina axê qewimîne. Di encama bûyerên qewimî de 511 kesan jiyana xwe ji dest dan, 176 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ji ber baranên mûsonê ev demeke dirêj e dewam dike li 91 deverî ax herikîye û 55 hezar malî zerar dîtîne û ji milyonekê zêdetir ajal jî telef bûne.

Hat gotin ku do bi şev ji ber zêdebûna baranên mûsonê li bajarê Nodîa avahîyeke 4 qat hilweşîya. Di enqaza avahîya 4 qat de 12 kes man. Ehlê avahîyê îfadekirin ku ew gîhane cinazê kesên dibin enqazê de mane.

Hat îfadekirin ku xweyê avahî û 2 şirîkê wî hatine binçavkirin.

Li gor raporta Komîsyona Avê ya Navendî ya Hindistanê (CWC) li seranserê welat ji ev 64 sal e bareneke wisa neketîye.

Di beyanata hat kirin de hat îfadekirin ku ji 1ê Hezîranê ve baranên mûsonê bandora xwe nîşan dane û di encamê de li gelek deveran lehî rabû û hezaz çêbûn.

Li gor raporê di encama bûyerên qewimî de di nava mehekê de 511 kesan jiyana xwe ji dest dane û 176 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin ku lehî li 91 herêman bandoreke neyînî ya mezin nîşan daye û di encamê de 55 hezar xaniyan zirar dîtîne û zêdetirî milyonek heywan jî telef bûne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.