Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana giştî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan îro tê kirin

Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana giştî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan îro tê kirin

Îro di seat 07:00ê sibehê de navendên dengdanê hatin vekirin û proseya dengdana giştî ya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê dest pê kir.

Zêdetirî 16 milyon kes mafê dengdanê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de hene, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê amadekariya vekirina 7 hezar û 765 navendên dengdanê dike ku ji wan 48 hezar û 400 navendên dengdanê, bo dengdana giştî, taybet û penaberan.

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, navendên dengdanê dê ji aliyê karmend, xwendekarên zanîngehan û derçûyên zanîngehê ve bên birêvebirin ku hejmara wan 214 hezar û 595 karmend e.

70 partî û tîfaqa siyasî li 15 parêzgehan 275 kursiyan micadeleyê dikin, ku nêzîkî 6000 namzed bi lîste û serbixwe beşdar dibin.

Piştî hilbijartinên sala 2005ê ev cara yekê ye ku piştî 18 salan hilbijartinên encumenên parêzgehan li Kerkûkê tên kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.