Li Iraqê Êrîşên Bombeyî

Li Iraqê Êrîşên Bombeyî

Ji 2003an û vir ve Iraqê ji ber îşgala Amerîkayê tu rihetî nedî. Li paytext Beğdayê dîsa bombe teqîyan. Di êrîşan de 15 kes hatin kuştin, 44 kes birîndar bûn.

Ji îşgala Emrîka û vir ve İraqê çavê rihetiyê nedîtiye. Niha Amerîka li İraqê ji bo êrîşeke nû û îşgalê dest bi hereketê kir. Bi desteka gelek welatan îşgala koalîsyonê ava kir. Lê li İraqê kuştina sivîlan dewam dike.

Li mehelên Yûsûfîye, Muşahîde, Zehferanîye û Wezaretul Daxîliye yên paytext Beğdayê, wesaîtên bombebarkirî di hevdemî de hatin teqandin. Di bûyeran de 15 kes hatin kuştin, 44 kes jî birîndar bûn. Heta niha tu grûbê êrîş negirtine ser xwe. Ji meqamên İraqê jî tu beyanet nehat kirin.

Ev demek e ku li İraqê pevçûn diqewimin û valahiya otorîteyê heye. Di serî de paytext Beğdayê li cûrbecûr bajaran gelek caran êrîşên bombeyî pêk tên.

Li aliyê din di navbera grûban de jî pevçûn dewam dikin. Pêşmergeyê got ku li herêma Zîmara Mûsilê, 5 bajarokên di destê DAÎŞê de xistine bin kontrola xwe.

Hat îddîakirin ku hêzên pêşmergeyê, ji bo ku navçeyên Qereqûş û Bartûllayê yên eyaleta Nînovayê jî ji destê DAÎŞê derînin, bi desteka êrîşên hewayî yên Amerîkayê, li rojhilatê Mûsilê dest bi êrîşan kirine.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.