Li Îtalya gotina biteqize here wek nijadperestîyê hat hesibandin

Li Îtalya gotina biteqize here wek nijadperestîyê hat hesibandin

Li Îtalya dadgeha bilind ji biyanîya re gotina ‘biteqize here’ wek nijadperestîyê hesiband.

Di sala 2010an de welatîyekî Îtalya ji 2 welatîyên Bangladeş re gotibû ‘Hûn li vir çi dikin? biteqizin herin’ û li ser vê yekê mehkemê hatibû vekirin. Li Îtalya dadgeha bilind ji biyanîyan re gotina ‘biteqize here’ wek nijadperestîyê hesiband. 

Mehkemeyên Îtalyan ev gotina bersûc li hember penaberan wek nijadperstîyê hesiband û ciza da bersûc. Lê belê welatîyê Îtalya sûcdarî qebûl nekir û doz bir temyîzê.

Dadgeha bilind îfade kir ku gotina ‘biteqize here’ gotinek nijadperestîye.

Mehkemê di biryara xwe de îfade kir ku digel bersûc raste rast negotibe jî “ji ber nasnama mexdûran ya nijadî xwestîye wan ji civaka Îtalya biqewirîn e” û ev jî “nijadîyek qewmî û olîye” ji ber vê yekê gotina ‘biteqize here’ gotinek nijadperestîye.

Ji ber ku gotina ‘biteqize here’ wek sûcekî nijadperestî hat hesibandin, li Îtalya karbidestên nijadperest bertek nîşanî biryara mehkemê dan.

Wezîrê Karûbarên Hindurîn yê Îtalyan Matteo Salvînî, yê bi gotinên dijadperestî û polîtîkayên li dijî biyanîyan tê naskirin bertek nîşanî biryara dadgeha bilind da.

Salvînî, piştî biryara dadgeha bilind li ser hesabê xwe yê Twîtterê di qismê şîrovekirinê de nivîsand “Biteqizin herin, biteqizin herin, biteqizin herin!!!”.     

Piştî van gotinên Salvînî hin welatîyên Îtalya yên nijadperest biştgirî dan şîroveyên wî û hin welatîyên Îtalyan jî van gotinên Salvînî wek ‘nijadperestî’ nirixandin û bertek nîşa dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler