Li Japonyayê bîlançoya erdhejê giran dibe: 238 mirî, 19 winda

Li Japonyayê bîlançoya erdhejê giran dibe: 238 mirî, 19 winda

Bîlançoya erdheja ku di 1ê Çileyê de di mezinahîya 7,6an de li wîlayeta Îşkawaya Japonyayê pêk hatibû giran dibe, di encama erdhejê de 238 kesan canê xwe ji dane û hêj 19 kes jî winda ne.

Rayedaran daxuyandin ku di encama erdhejê de 238 kesan canê xwe ji dest dane, hezar û 179 kesan birîndar bûne û 19 kes jî hêj winda ne, ji bo mirovên winda xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome.

Hat destnîşankirin hejmarê avahîyên ku xesarê dîtine 46 hezar û 294 heb in, 14 hezar û 643 kes jî di navendên demborî û otêlên ku ji wan re hatine tehsîskirin de jîyana xwe îdare dikin.

Hat diyarkirin ku hêj di 40 hezar avahîyan de qutbûna avê didome û li gelek herêman jî pirsgirêka ceryanê berdewam dike.

Hêzên Parastina Taybet yê Japonyayê (SDF), xebatên xwe yên rakirina kavilan didomîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.