Li Japonyayê heta niha 30 erdhejên biçûk pêk hatin

Li Japonyayê heta niha 30 erdhejên biçûk pêk hatin

Li Japonyayê piştî erdheja ku di mezinahîya 7,6an de pêk hat, heta niha ji 30 caran zêdetir erdhejên biçûk pêk hatin.

Li gorî daneyên Îdareya Meteorolojîya Netewî ya Japonyayê, roja Yekşemê ji 30 caran zêdetir erdhejên biçûk pêk hatin. Ji wan jî yê herî bi qewet di mezinahîya 7,6an de bûye. Hat îfadekirin erdhejên ku pêk hatine di mezinahîyên 5,7, 7,6, 6,1, 5,2, 5,2, 5, 5,7, 5,2 û 5an de bûne.

Ji teref pisporan ve hat destnîşankirin ku ew ê erdhejên biçûk hêj bidomin û dibe ku di mezinahîya 7an de an jî ji 7an jî mezintir erdhejên dinê jî pêk werin.

Navenda erdhejê wîlayetên Nîîgata û Îshîkawaya ku li Behra Japonyayê dinhêrin in. Di van herêman de ji her nîv seatê carek erdhejek pêk tê û carna jî wan erdhejan ji teref însanan ve jî tê hîskirin.

Pêlên ku ji 5 metreyê zêdetirin gihaştin peravên wîlayetê û li gorî pisporan piştî çend deqîqe erdhejê wan pêlan gihaştine peravan.

Ji mirovan jî hat xwestin ku bila bi lez û bez herêmên peravê terk bikin û ji li wan deran dûr bikevin.

Hat îfadekirin ku ji ber erdhejê li gelek cîhên çîyayî yên welat hezaz pêk hatin.

Li wîlayeta Kanazawa (Îshîkawa)yê herî kêm 1.300 mirov, li wîlayeta Nîîgatayê jî derdorê 500 kesan hatin tehlîyekirin.

Hat diyarkirin ku piştî erdhejê li wîlayetên Akita, Fukui, Tottori, Fukuoka û Shigayê ji 50 hezaran zêdetir mirov emrê tehlîyeyê standin.

Di encama erdhejê de 6 xanî xera bûn û ji bo mirovên ku di bin kavilan de mane xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatine destpêkirin.

Li welat ji 35 hezar xanî bêceryan man û di gelek rêyan de jî xerabûn û hilweşîn pêk hatin.

Hat îfadekirin ku di tesîsên nukleer de tişteke xerab pêk nehatîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.