Li Kanadayê êrîş li restoranê hat kirin: 15 birîndar
Di êrîşa bombeyî ya ku li Kanadayê li restoranekê hat kirin de 15 kes birîndar bûn.
Li Mîssîssaugaya bajêra Kanadayê êrîşa bombeyî li restoranekê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 jê giran tev de 15 kes birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref polêsan ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin 2 kesên şikdar ketina nava avahîyê û bombeya di destê xwe de avêtine restoranê.
Ji ber medyaya civakî wêneyên her du kesên şikdar ên ku bombe avêtin nava restorantê hatin belavkirin.
Polês bo kesên şikdar bên girtin xebat da destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.