Li Kanadayê êrîşî  mizgeftê  kirin

Li Kanadayê êrîşî mizgeftê kirin

Li eyaleta Quebec’s Côte-Nordê êrîş birin li ser Mizgefta ku dê hatibana vekirin.

Li bajaroka Sept-ilesa Quebec’s Côte-Norda Kanadayê şexsek êrîş bir li ser mizgeftê.Di dîmenên ku piştî êrîşê hatine girtin de hat dîtin ku Qur’ana Kerîm û kitêbên Îslamî tev avêtine erdê û alavên di mizgeftê de tev hatine texrîbkirin.

Di derbarê êrîşa ku hatiye kirin de berpirsiyarê mizgeftê Ben Rouîne destnîşan kir ji vekirina mizgeftê re çend heftî mabûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li ber wî kesê ku vê êrîşê li dar xistiye dikevim.Lewra wisa xuya dike ku hewcitiya wî ji arîkariyê re heye.Kesê êrîşkar teslîmî polêsan bûye û em hînbûn êrîşkar heta roja mehkemê hatiye serbestberdan.”

Rouîne di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Em ê di demeke nêz de mizgefta xwe vebikin.Ji sala 2003an vir ve ev bû êrîşa sêyemîn li mizgeftê tê kirin.”

Her weke tê zanîn her roja ku derbas dibe li cûrbecûr welatên Ewrûpayê êrîş li mizgeftan tên kirin, lê belê ji ber ku cezaya pêwîst ji kesên êrîşkar re nayê dayîn  ev êrîş zêde dibin.

ÎLKHA















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler