Li Kirimê di mektebê de teqîn: 18 mirî 50 birîndar

Li Kirimê di mektebê de teqîn: 18 mirî 50 birîndar

Li Kerça bajêra Kirimê di mektebekê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kerça bajêra Kirimê di mektebekê de ji ber xazê teqîn pêk hat, di encama teqînê de 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Komîteya Lêpirsînê yê Rûsyayê Svetlana Petrenko derbarê mijarê de diyar kir di encama teqîna ku pêk hat de 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku ji teref kesên şahid ve hatine parvekirin dibe ku teqîn ji ber xazê ya di kantînê de pêk hatibe.

Lê belê rayedarên Komîteya Micadeleya bi Terora Neteweyî yê Rûsyayê destnîşan kir di bûyerê de teqemenîyeke ku nayê zanîn hatiye bikaranîn.

Berdevkê Kremlîn Dmîtrîy Peskov jî derbarê mijarê de diyar kir ew li ser îhtîmala “êrîşa terorê” radiwestin.

Kesên ku ji bûyerê re bûna şahid dibêjin  berîya teqînê dengê çekan hatiye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.