Li Kongoyê keştî binav bû: 50 mirî

Li Kongoyê keştî binav bû: 50 mirî

Li Komara Demokratîk ya Kongoyê keştîyek binav bû, di encama bûyrê de herî hindik 50 kesî jiyana xwe winda kir.

Di çemê Momboyo yê ku li bakûrê Komara Demokratîk ya Kongoyê dimîne de keştîyek binav bû.

Hat îfadekirin ku keştî roja pêncşemê binav bû ye. Li gor agahîyên ji çavkanîyên herêmê hatine wergirtin do termê 49 kesî ji avê hatiye derxistin û derdora 50 kes jî birîndar bûye. Karbidestan îfade kirin ku ew nikarin ni haqê kesên can dane de agahîyek zelal bidin.  

Tê îfadekirin keştîya ku ji bajaroka Mabandaka bar û rêwîya dibir ji ber barê giran binav bûye.

Berya niha jî li Kongoyê keştî binav bûbû û di wan qezayan de jî bi sedan kes birîndar bûbûn. Li dewleta ku pirsgirêkên navxweyî lê henin welatîyên sivîl ji bo welêt terek bikin her tim ji mecbûrî li keştîyan sûar dibin.

Hat îfade kirin ku ev keştîya ji bi şev derketîye rê û ji bo karbidestên hikumetê wan nebîne ronya xwe vênexistîyê û dema di tarîyê de çûye binav bûye.

Li Kongo ji ber îqlîmê ekvarorê lê hakime li welêt gelek daristan û çem henin. Ji ber ku li welêt kêmasîya rêyan heye welatî bi gelemperî rêwîtîyên xwe di çeman de bi keştîyan dikin.

Ji ber ku li welêt keştîyên kevn û bê baxim tên bikaranîn li welêt tim bûyrên mirîn û qezayên keştîyan çêdibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.