1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Koreya Başûr nexweşxane şewitî: 41 mirî
Li Koreya Başûr nexweşxane şewitî: 41 mirî

Li Koreya Başûr nexweşxane şewitî: 41 mirî

Li Mîryange ya bajarê Koreya Başûr di nexeşxaneyekê de şewat derket. Di encama şewatê de li gor daxuyanîyên ewil herî hindik 41 kesî jîyana xwe ji dest dan û 79 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Li Mîryange ya bajarê Koreya Başûr li gor saetên mehelî derdora 07. 30 de di nexweşxaneyekê de şewat derket. Li gor agahiyên ewil 41 kesî jîyana xwe ji dest dan û herî hindik 79 kes jî birînda bûn.

Tê îfade kirin ku rewşa gelek birîndaran giran e. Li nexweşxaneya ku derdora 100 însanî jê hat tehlîye kirin, ji zêdebûna birîndaran endîşe tê kirin.

Şewata ku sedema derketina wê hê jî nehatîye eşkere kirin bi zehmetî di navbera 3 seatan de hat tefandin. Tê texmîn kirin ku agir ji servîsa acîl ya nexweşxaneyê derketîye.

Rayedarên ji ajansa Yonhapê re axifî destnîşan kir ku di dema şewat derket de di nexweşxaneyê de harî hindik 200 nexweş û gelek personel jî hebûn.

Hat îfade kirin ku kesên di nexwşxaneyê de jîyana xwe ji dest dan pirê wan ji dûmana agir bi jehrê ketin, fetisîn û jîyana xwe ji dest dan.

ÎLKHA







Bu haber toplam 256 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.