Li Kurdistanê Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed hat tertîpkirin

Li Kurdistanê Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed hat tertîpkirin

Li Kurdistanê îsal 4emîn “Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed” hat tertîpkirin. Xelkê Kurd ê Misliman eleqeyeke zêde nîşanî bernamê da.

Li Kurdistana Iraqê ji teref Organîzasyona Xwendekarên Kurdistanê ve îsal 4emîn “Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed” hat tertîpkirin. Xelkê Kurd ê Misliman eleqeyeke zêde nîşanî bernamê da.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û axavtina destpêkê ya Serokê Şaxên Ciwanan ê Organîzasyona Xwendekarên Kurdistanê Rava Avder  berdewam kir.

Avder di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir armanca wan ew e ku heyata Resûlullah bidin hînkirin û sunneta wî bidin tetbîqkirin. Avder di berdewama axavtina xwe de ji temamê kesên ku keda wan di amadekirina vê bernamê de heye re spas kir.

Piştî axavtina destpêkê Doktor Bestûn Salihê Serokê Giştî yê Organîzasyona Xwendekarên Kurdistanê axavtinek kir.  Salih di destpêka axavtina xwe de diyar kir ew hewl didin Resûlê Xwedê bidin naskirin û hezkirin.

Salih di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew vê bernameya muhîm berîya meha Remezanê tertîp kirine û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Bila bêhna milletê me bi Resûlê Xwedê derkeve.  Dema ku em li dîrokê dinêrin em dibînin  ku Kurd her tim ji Îslamê hez kirine. Û Îslamê jî qebûl kirine. Kurd xwe bi Îslamê girtine. Kurd di şiir û besteyên xwe de qala Resûlê Xwedê kirine. Wek mînak şairên mîna; Nalî, Mehwî, Bêsaranî, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî di helbestên xwe de qala Resûlullah kirine.  Ew şiirên ku ji teref van şairan ve hatine nivîsandin tesîr li ser gelê Kurdistanê hiştine. Heta îro hunermendên me yên Îslamî van şiiran bideng dikin.”

Salih di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev bû 4 sal  ku bernameyên derbarê wêje û çanda Îslamî ya Kurd de bernameyan tertîp dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemd ji Xwedê re her ku diçe xelk zêdetir eleqe nîşanî bernameyên me dide.  Hikûmet bi tu awayî destekê nade van bernameyên wisa, xelk bi qeweta xwe van bernameyan tertîp dikin. Em carinan bernameyên mezintir tertîp dikin, lê ji bo astengîyan derdixin.  Em hêvî dikin ku di heyamên pêşîya me de dê dewlet ji me re bibe destek.”

Di bernameya ku hat tertîpkirin hunermendên ku ji Kurdistana Tirkîyê, Iraq û Îranê hatibûn îlahîyan bi deng kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn, Parlementerê Komela Îslamî ya Kurdistanê Hewreman Gîrçeneyî, Endamên Lijneya Îstîşarê  yê HUDA PARê Abdulsamed Yalçin û rayedarên ÎTTÎHADUL ULEMAyê û rayedarên Bizutnewa û temsîlkarên partîyên siyasî jî beşdarî bernamê bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.