Li Lîbyayê hejmarê wefatîyan derket 6 hezarî

Li Lîbyayê hejmarê wefatîyan derket 6 hezarî

Li Lîbyayê hejmara mirîyan ku di lehîya li bajara Dernayê bûbû sedema xerabûnên mezin de herî kêm derket 6 hezarî, herî kêm 6 hezar kes jî winda ne.

Li gorî medyaya mehellî piştî lehîya ku li bajara Dernayê pêk hat herî kêm 6 hezar mirov canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku hejmarê windayan jî ji hezaran zêdetir e û dibe ku hejmarê mirîyan jî zêdetir bibe.

Wezareta Tenduristî ya Lîbyayê, îhtîmala tehlîyekirina hemû Dernayê jî dinirxîne.

Li gorî temsîlkarekî wezaretê, rayedarên bajarê nikarin cenazeyan defin bikin û ji ber vê yekê dibe ku nexweşîneke şobê derkeve.

Tê îfadekirin mirovên winda jî heta niha miribin.

Serokê Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd Dibeybe, diyar kir ku felaketa lehîyê heta 300 kîlometreyî belav bûye.

Dîbeybe, daxuyand ku heta hejmara fermî ji wî re neyê gotin û xebatên lêgerîn û xelaskirinê dawî nebin ew ê hejmarê mirî an jî birîndaran belav nekin.

Dîbeybe bang kir ku hêj ji bona ku xebatên lêgerînê berdewam dike li hinek cîhan lazimatîya wan ji kelekan re heye û di lêgerîna de pirsgirêka pisporan jî dikşînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.