Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Li Mêrdînê coşa Eyda Remezanê

Piştî ku meha Remezanê bi dawî bû re Eyda Remezanê li Mêrdînê ji teref Mislimanan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Vê şeveqê di wextê nimêja eydê de li navend û navçeyên Mêrdînê xelk bi kelecaneke mezin digel zarok û mezinan berê xwe dan mizgeftan. Xelkê Misliman a ku berê xwe da camiyan di wextên şeveqê Mizgefta Mezina Mêrdînê, Fuat Yagmaci, Kuba, Mizgefta Nû ya Qoserê, Mizgefta Navendê û Mizgeftên Zeynel Abîdîna Nisêbînê dagirtin. Digel nimêja şeveqê  ji hoparlorên camiyan tekbîrên teşrîkê li bajêr manewiyatê zêdetir kir.

 “Ev eyda ya hizûr û aramiyê ye”

Piştî nimêja ku hat edakirin re xutbe hat dayîn. Di xutbeya ku hat dayîn de bal hatin kişandin li ser firseta lihevahatina kesên ku ji hev xeyîdîne. Îhsan Açikê ku li Mizgefta Zeynel Abîdîna Nisêbînê nimêja eydê da kirin piştî ku eyda cemaeta mizgeftê pîroz kir re wiha got: “ Em piştî çend roj, fitar û paşîvan re hatin vê derê. Piştî ku me mehekê rojî girt re e gihaştin  ber bi xweşî û şadiyê. Ev eyd ya hizûr û aramiyê ye. Ev eyd ya wan muminên ku ji dil teslîmî Xwedê bûne ye.”

Piştî xutbê xelk eyda hev pîroz kir.(ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler