Li malbata Sûriyeyî alîkarî hat kirin

Li malbata Sûriyeyî alîkarî hat kirin

RİHA - Li malbata Sûriyeyî ya ku mehek berê hatibû destnîşankirin ku bi heftaneya lawê xwe yê 16 salî jiyana xwe didomînin alîkarî hat kirin.

Li malbata 7 kesî ku ji ber şerê Sûrî ji Helebê revîbû û hatibû li bajarê Rihayê sitirîbû alîkarî hat kirin. Malbata ku rewşa wê ji teref ÎLKHAyê ve hatibû diyarkirin ji aliyê aboriyê ve gelek zehmetî dikişandin.

Ebû Muhemmedê astengdar û malbata wî ji ber ku li Sûrî şer hebû 6 meh berê hatibû Tirkiyê û li Rihayê sitirîbû. Ebû muhemmed destnîşan kiribû ku rewşa wan wek malbat pir xirab e. Ji ber vî yekê wî daxwaziya alîkariyê kiribû. Ji ber vî yekê ji teref pîrekekê xêrxwaz a ku li Swîsrê dijî û ÎHO-EBRARa Ewrûpayê ya ku li Hollandayê karûbarên xwe bi rêve dibe ve alîkarî hat kirin.

Pîreka bi navê Gîzem a xêrxwaz piştî ku rewşa malbatê bihîst bi Komeleya YAR-DERa ku li Rihayê karûbarên xwe birêve dibe re têket têkiliyê. Gîzemê destnîşan kir ku dê ew her meh kirêya malbata Sûrî temîn bike. Wek kom jî YAR-DERê belav kir ku dê ew ji vî yekê re bibin wekê pirr. Her wiha YAR-DER ji ber vî hesasetiyetê ji xêrxwazê re teşekûr kir.

Ji teref xêrxwazê ve alîkariya ewil a ji bo kirê hat şandin. ÎHO-EBRAR jî li malbatê alîkariya xurek û zexîreyê kir. Ji ber vî alîkariya ku li malbatê hat kirin Ebû Muhemmed ji xêrxwazan re teşekûr kir.

Di derbarê mijarê de Serokê Şaxa Rihayê ya YAR-DERê Mahmut Çelîk agahî da. Çelîk wiha axivî: “Xuşka me ya Gîzemê ku li Swîsrêya Ewrûpayê dijî xebera di derbarê malbata Sûrî de xwendiye. Dûvre ji bo ku alîkarî bike bi me re têketiye têkiliyê. Me 300 lîreyê ku xuşka me ya Gîzemê şandibû teslîmê malbatê kir. Wê destnîşan kir ku dê her meh kirêya malbatê bişîne.”

Çelîk diyar kir ku wekê vî malbatê gelek malbat hene. ji ber vî yekê Çelîk wiha bang li xêrxwazan kir: “Wekê vî malbatê gelek malbatên ehlê Sûrî hene. Heke xêrxwazên wiha alîkariya malbatan bike dê em jî çêtir bixebitin. Çi neqdî çi xurekî heke alîkarê were destê me dê em wek dildaran alîkariya wan bikin. Lewre ev 5 sal e ku em bi malbatên Sûrî yên li vir re hemhal bûne. Alîkariyên me çêdibin. Li Rihayê 600 hezar mihacir dijîn. Li vir belengaz bûne. Em jî li vir çi ji destê me tê em dikin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.