Li Manchesterê camîyek hat şewitandin

Li Manchesterê camîyek hat şewitandin

Li Manchesterê bajêra Îngilistanê camiyeke ku berî niha çendîn caran êrîş lê hatibû kirin hat şewitandin.

Hat ragihandin li Manchesterê bajêra Îngilistanê camiyeke bi navê Navenda Îslamê ya Nasfatê ya ku berî niha çendîn caran êrîş lê hatibû kirin ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyare ve hat şewitandin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin yekşema borî di derdora seat 23.00an de Manchesterê bajêra Îngilistanê camiyeke bi navê Navenda Îslamê ya Nasfatê ya ku berî niha çendîn caran êrîş lê hatibû kirin ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyare ve hat şewitandin.

Ji ber şewata ku derket kesên derdorê xeber dan îtfayê. Yekîneyên îtfayê yên ku hatin cihê şewatê midaxeleyî êgir kirin û piştî demekê êgir tefandin.Hat ragihandin ji ber şewata ku derket di camiyê gelek zirar çêbû.

Li gor beyaneta şahidan  kesek pêşî nêzî camiyê bûye, bi zorê şibakê vekiriye û dû re tiştekî avêtiye hundirê camiyê.

Paul Walkerê ku ji Beşa Polêsan a Bajêra Manchesterê Şefê Dedektîfê ye derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku kesek êrîşî camiyê kiriye însan ecêbmayî mane û dû re wiha got: “Em vê bûyera ku pê ji cihê îbadetê ya ku Nijeryayî bikartînin re zirar hatiye dayîn wek  sûcê nefretê lêkolîn dikin.”

Monsurat Adebanjo Aremuyê ku ji rayedarên Navenda Îslamê ya Nasfatê ye derbarê mijarê de diyar kir di nava salekê de çend caran êrîş li mizgeftê hatiye kirin û di wan êrîşên berî biha de serê barazan avêtine mizgeftê, bi dîwara mzigeftê de mîz hatiye kirin û 3 caran jî hatiye şewitandin.

Dema ku vê êrîşa dawî û yên ku berî niha hatine kirin bê nihêrtin tê dîtin ku di 3 mehên dawî de li Îngilistanê êrîşên li hember Îslamê zêdetir bûne.

ÎLKHA



















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.