Li Meletîyê mala 2 qatî ya ku di erdhejê de zirar dîtibû hilweşîya

Li Meletîyê mala 2 qatî ya ku di erdhejê de zirar dîtibû hilweşîya

Li navçeya Yeşîlyurta Malatyayê maleke du qetî ya ku ji ber erdheja ku navenda wê Mereş bû zirar dîtibû hilweşîya. Piştî bûyerê gelek ekîb hatin şandin cihê bûyerê.

Bûyer doh êvarî di seat 20.30î de li Taxa Hîdayetê ya navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Yeşîlyurta Malatyayê maleke du qetî ya ku ji ber erdheja ku navenda wê Mereş bû zirar dîtibû hilweşîya. Piştî ku xeber hat dayîn re gelek ekîbên UMKE, AFAD, îtfaîye, tenduristî û polêsan hatin şandin cihê bûyerê.

Di encama xebata ku hat kirin de derket holê ku ti kes di bin xanî de nemaye û xanî ji ber ku di erdhejê de zirar dîtiye hatiye valakirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.