“Li memleket di warê muxalefetê de bi şikleke ciddî problem heye”

“Li memleket di warê muxalefetê de bi şikleke ciddî problem heye”

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir li memleket di warê muxalefetê de bi şikleke ciddî problem heye

Mehmet Yavuzê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku bo xebatên hilbijartinê hatibû Semsûrê destnîşan kir digel xeletîyên îqtîdarê her wisa li memleket di warê muxalefetê de bi şikleke ciddî problem heye

Ji Yavuzê ku digel namzedên parlementerîyê çû serdana dikandaran  xelkê eleqeyeke baş û zêde nîşan da. Yavuz di dema ziyaretan de namzedên partîya xwe nasand û ji xelkê bo hilbijartinên 24ê Hezîranê destek xwest.

" Li memleket di warê muxalefetê de bi şikleke ciddî problem heye"

Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew xebatên xwe yên hilbijartinê ji Semsûrê dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Problemên hundir û derve yên ciddî yên welatê me hene. Digel xeletîyên îqtîdarê her wisa li welêt problemeke ciddî a muxalefetê heye. Muxalefet an ji binî bêdeng e yan jî îqtîdar karê herî baş a dinyayê bike jî li dijî radibe. Em wek HUDA PARê xwe de wek muxalefeta Îslamî dibînin. Tiştê rast a ku hatiye kirin ji teref kî ve tê kirin bila bê kirin em ê destekê bidinê, li ba wî cî bigirin û teqdîr bikin. Xeletî jî ji teref kî ve tê kirin bila bê kirin  ferq nake em ê li dijî bisekinin. Hêvîya xelkê me, milletê me ji me ev e.”

Yavuz di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê di bergeha telebên xelkê de hereket bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê hewl bidin. Em siyaseetê ne bo berjewendîyan bi armanca îbadetê dikin. Xweda bike wesîleyên xêran.”(ÎLKHA)


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.