Li Mêrdînê 100 hezar kokê kinifa Hîndê hat bidestxistin
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di zeviya 12 donimê de 100 hezar û 256 kokê kinifê hat bidestxistin.
Li Mêrdînê di bergeha operasyonên ku dijî tiryakê hat lidarxistin de di zeviya 12 donimê de 100 hezar û 256 kokê kinifê hat bidestxistin.
Waîtiya Mêrdînê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li taxên Duygulu û Kovanli yên girêdayê Mehsertê û taxên Doganli û Kuyularê yên girêdayê navçeya Nisêbînê di zeviya 12 donimê ya ku aydê O.Ayê ye de kinif hatiye bidestxistin.
Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li mal û zeviya dabaş şexsê lêgerîn hatiye kirin û di encama lêgerînê de 100 hezar û 256 kokê kinifê hatiye bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.