Li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat berfirehkirin

Li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat berfirehkirin

MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya ku li Nisêbînê berdewam dikir ku hat ragihandin hinek gundên ku girêdayê Nisêbîn, Midyad û Omerliyê ne jî daxilî vê qedexê hatine kirin.

Walîtiya Mêrdînê ji seat 10.00an pê ve li hinek gundên ku girêdayê Nisêbîn, Omerlî û Midyadê  ne qedexeya  derketina derve îlan kir.

Li gor daxuyaniya ku ji teref walîtiyê ve hatiye dayîn navê gundên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin bi vî awayî ne: Gundên Gollu, Îkîtepe, Unsalli, Kovanliyê ku girêdayê Omerliyê ne, Gundê Kutlubeya Midyadê û li gundên Pinarbaşi, Çalıkoy, Kuyular, Yavrukoy, Îlkadım, Karacakoy, Dalliağaç, Doğanliya girêdayê Nisêbînê ne.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.