Li Mescîdî Haram û Mescîdî Nebewî girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hat qedexekirin

Li Mescîdî Haram û Mescîdî Nebewî girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hat qedexekirin

Rejîma Siûdî bi peşnûmayeke ku weşand ragihand li Mescîdî Haram û Mescîdî Nebewî girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hatiye qedexekirin.

Wezarata Karên Derve yê Kraltiya Siûdî ragihand li temamê war û mekanên girtî û vekirî yên Mescîdî Haram(Kabe) û Mescîdî Nebewî(Rawzayê Mutahhara) girtina sûretan û kişandina vîdyoyan hat qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ev qedexe bo temamê ziyaretvanan û “temsîlkarên medyayê” jî derbasdar e û ger kesên li gor vê pêşnûmayê hereket nekin bên tesbîtkirin dê  dest bê danîn li ser cîhaz û amûrên wan.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.