Li Misirê zilm û qetlîamên darbekeran berdewam dike

Li Misirê zilm û qetlîamên darbekeran berdewam dike

9 xortên endamê Îxwanê yên ku di bin îşkenceyan de îfadeya wan hat girtin berî vê çend rojanji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin. Ji vê zilma ku berdewam dike reraya giştî ya cîhanê bêdengîya xwe didomîne.

Birêveberîya darbeker a li Misirê berî vê du rojan 9 xortên dijberê darbê îdam kir. Civaka navneteweyî ya ku gotina “mafên mirovan û demokrasî”yê ji ser zimanên xwe kêm nakin li dijî vê wehşetê bêdengîya xwe didomînin ku ev yek balan kişand li ser xwe.

Li Misirê di sala 2015an de bi êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de  Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat miribû ku di bergeha vê bûyerê de 9 xortên endamên Îxwanê bi vê êrîşê hatin sûcdarkirin û ji wan re cezaya îdamê hat dayîn. 9 xortên bi navê Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed berî vê du rojan ji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin.

Di nav kesên ku  hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa  Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.

Merve Berekat: Tu eleqeya wan kesên ku hukum xwarine bi kuştina bavê min re tune ye

Dadgeha Misirê cezaya îdamê ya ku ji 9 xortan re hatibû dayîn di meha Mijdara sala 2018an de tesdîq kiribû.  Mehkûm di dema niştina ku hat dîtin de temamê tiştên ku ew pê tên sûcdarkirin red kiribûn û diyar kiribûn ku îfadeyên wan di bin îşkenceyan de ji wan hatine girtin. Merve Berekata qîza Hîşam Berekat derbarê mijarê de diyar kiribû  “Tu eleqeya wan kesên ku hukum xwarine bi kuştina bavê min re tune ye” û xwestibû ku qerara îdamê bê betalkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji birêveberîya darbeker xwestibû ku qerarên îdamê bên sekinandin. Li gorî daxuyanîyên ku hatiye belavkirin 9 kesên ku derbarê wan de qerara îdamê hatiye dayîn bi şikleke bêhiqûq hatine darizandin û hinek kesên bersûc destnîşan kirine ku “ji bo ku ew wan sûcên ku ew nekirine li ser xwe bigirin îşkence li wan hatiye kirin.”  Di berdewama daxuyanîya ku hatibû dayîn de hatibû diyarkirin “ji bo ev 9 can bên xelaskirin wext xelas dibe” û dû re wiha hatibû gotin: “Meqamên Misirê, dikare qerarên îdamê bide sekinandin û tiştekî rast bike. Lewra di bin  îşkenceyan de îfadeya bersûcan hatiye girtin ku ev ev darizandin û sûcdarkirin ne edilane ye.”

 “Îşkenceyên sîstematîk, bêhiqûqî û îdam berdewam dikin”

Li Misirê piştî darbeya  ku hat kirin re bi dehhezaran kesên ku di nav wan de kesên siyasî, xwendekar, karsaz û rayedarên sazîyên civakî yên sîwîl habûn hatin girtin. Dema ku darbe hat kirin serokên wan dewletên xerbî destekê dan darbê û nexwestin ku camîayeke Îslamê li ser serê Misirê be. Dîsa bi heman awayî dema ku darbe hat kirin siyonîst û hinek welatên kendavê destek dan Sîsîyê darbeker û li pişta wî sekinîn. Di pêvajoya ku berdewam kir de ji nêzî 50-70 hezar kesên ku kesên siyasî jî di nav wan de bûn hatin girtin, zilm û îşkence li wan hat kirin. Cezaya îdamê da Muhammed Mursî û Muhammed Bedîî. Niha li Misirê bi sedan jê pîrek nêzî 2 hezar kes bi daxwaza cezaya îdamê ji teref birêveberîya darbeker ve tên darizandin.

Li Misirê ji teref darbekeran ve ev zilm, wehşet û hovîtî tê kirin; di bin îşkenceyan de îfadeya kesên bêsûc û bêguneh tê girtin û sûcên ku ew nekirine dixin stûyê wan û wanan şehîd dikin; li dijî vê zilm û wehşeta ku tê kirin ew kesên ku “hawarîyên azadî û mafên mirovan” in û ew welatên ku “mafên mirovan û demokrasîyê” ji ser zimanê xwe nayênin xwarê ji serî heta dawîyê bêdeng man û vê bêdengîya xwe didomînin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler