Li Misrê Mehkema Ğeyrî Meşrû

Li Misrê Mehkema Ğeyrî Meşrû

Li Misrê mehkema îdara cûntayê, di heqê lîderê Îxwan Mûhemmed Bedîî û 14 kesan de qirara cizayê muebbetê birî.

Li Misrê mehkemeyên ğeyrî meşrû yên îdara cûntayê, li dijî hereketa Îxwan qirarên xwe yên der qanûnî dewam dikin.

Mehkema xeyrî meşrû,  ji bo lîderê Îxwan Mûhemmed Bedîî û 14 kesên din qirara cizayê muebbetê da.

Lîderê Îxwan di doza ku wek “Bûyerên Behrûl ‘Azamê” tê zanîn de hat mehkemekirin û mehkema wan wek 15 deqîyeyan dewam kir. Mûhemmed Bedîî û kesên dijberî darbeyê tepkî nîşanî qirara bêhuqûqî dan, di qefesa hesinî de sloganên “Bila derbeya leşkerî bikeve” avêtin.

Parêzerên Bedîî Ûsame Hûlv, got ku heyeta parastinê di mehkemê de ne hazirbûye û îfade kir ku wê qirara han bişînin temyîzê.

Di dav 15 kesên ku cizayê muebbetê li wan hatiye birîn de Mûhemmed Beltecî û Îsam Îryam jî heye.

Mûhemmed Bedîî jî wek bi sedan endamên îxwan, li Misrê piştî derbeyê di dozên ku hatibûn vekirin de cizayê ‘îdamê lê hatibû birîn. Cizayê Bedîî meha borî wergerandibûn Mueebetê.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler