Li Mûşê operasyona PKKê: 11 girtî
Ji 27 kesên ku li Mûşê di operasyona ku berî niha hatibû lidarxistin de hatibûn binçavkirin tev de 11 kes hatin girtin.
Hat ragihandin ji 27 kesên ku li Mûşê di operasyonên ku berî niha li Kop û Gimgimê hatibûn lidarxistin de hatibûn binçavkirin tev de 11 kes hatin girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Mûşê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin 11 kesên ku hatine girtin bi sûca kirina propagandaya PKKê hatine girtin û kesên din ên ku hatibûn binçavkirin jî hatine berdan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.