Li nexweşxaneya taybet şewat: 2 mirî
Di şewata ku li Entabê di nexweşxaneyeke taybet derket de 2 kes ji ber tesîra dûyê êgir jiyana xwe ji dest dan.
Li Şehîtkamîla navçeya Entabê di newxweşxaneyeke taybet de şewat derket, di şewata ku derket de 2 kes bi jehrê ketin. 80 kesên nexweş û 5 kesên personel ên ku ji ber şewatê tesîrdar bûn hatin rakirin nexweşxaneyên cûrbecûr ên li welêt.
Bûyer li Taxa Mucahîdan a Şehîtkamîla Entabê di wextên şeveqê de ji ber sedemeke ku nayê zanîn pêk hat.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Entabê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.