Li Nîjeryayê ji bi sedan malbatên feqîr re paketên remezanê hatin belavkirin

Li Nîjeryayê ji bi sedan malbatên feqîr re paketên remezanê hatin belavkirin

Avrupa Yetîm Elîya sazîya alîkarîyê ya navneteweyî li Nîjeryaya welatê Afrîkayê ji bi sedan malbatên feqîr re paketên remezanê belav kir.

Avrupa Yetîm Elîya ku navenda wê li Almanya ye û sazîya alîkarîya ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyê yên remezanê de çû  Lagosa bajêra Nîjeryaya welata Afrîkayê û li wê derê dest bi xebatên alîkarîyê kir. Di bergeha xebatên ku hatin destpêkirin de ji bi sedan malbatên feqîr re paketên remezanê hat belavkirin.

Cahît Ataşê Temsîlkarê Kolnê yê Avrupa Yetîm Elî  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatin kirin de daxuyanîya da. Ataş di daxuyanîya xwe de diyar kir ew li bajêra Lagosê ji malbatên feqîr û jar re bûne alîkar.

Ataş di berdewama axavtina xwe de diyar ew ji bo belavkirina alîkarîyan hatine vê derê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha serê şeveqê ye û germahî gihaştiye 40 pileyan.  Di vî halî bi xwe de jî ji bo însan karibin alîkarîyê bistîni ketine dorê. Li vê derê jî wek li welatên din ên Afrîkayê xelk perîşan e.  Em bes li Nîjeryayê li welatên din jî xebatên alîkarîyê dikin. Îro em li vê derê bi sedan paketên remezanê belav kir. Ev alîkarî bêyî ku cudabûn bên xistin nav xelkê tê dayîn.”

Ataş di dawîya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir da ku di vî warî de ew ji wan re bibin alîkar da ku ew wek komele karibin ji zêdetir kesên feqîr re bibin alîkar.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.