Li Nisêbînê teqîn: 6 birîndar

Li Nisêbînê teqîn: 6 birîndar

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama înfilaqbûna teqemeniyê ya ku ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin de 6 leşker birîndar bûn.

Li Taxa Abdulkadîr Paşaya girêdayê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku hêj jî qedexeya derketina derve didome di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de teqîn çêbû.

Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di Taxa Abdulkadîr Paşayê de di dema derbasbûna wesayîta leşkeran de teqemeniya ku ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de 6 leşker birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û operasyonên li navçeyê didomin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.