Li Pakîstanê hewa germ can girt: 73 mirî

Li Pakîstanê hewa germ can girt: 73 mirî

Li Pakstanê di nava sê rojan de ji ber bandora germê li welêt 73 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku li bajarê Karaçîya başûrê Pakîstanê ji ber bandora germa zêde di nava sê rojan de 73 kesan jiyana xwe ji dest dan e.  

Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane pirê wan zarok û îxtîyar in. Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ji zêdebûna germ û zêdebûna mirîyan metirsîn tê kirin.

Pispor, hişyarîyan dikin ku dê demeke din jî germê bandora xwe dewam bike û ji bo xelk di bin bandora germê de nemîn in divê zêde zêde avê û tiştên ron vexun û li ber sîyê bimîn in.

Li Pakîstanê di nava rojê de pîleyên germê derdikeve heta 45 derencan û nem jî derdikeve 80ê derencî. Ji ber qutnûna ceyranê jî gel zehmetîyên mezin dikşînin.

Tê texmînkirin ku hewaya germ li deverê îro jî bandora xwe dewam bike. Di salên dowî de ji ber guhera îqlîman li deverê hewaya germ bandora xwe li ser xelkê dike. Bi taybetî ji sala 2015an heta niha ji ber germa zêde li paytextê eyaletê Sîndhî li Karaçî 233 kesî jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.