Li Pakîstanê êrîş li navenda polêsan hat kirin: 59 mirî

Li Pakîstanê êrîş li navenda polêsan hat kirin: 59 mirî

Hat ragihandin li Pakîstanê êrîşa çekdarî li navenda polêsan hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 59 kes jiyana xwe ji dest dan û 117 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  3 kesên çekdar  li bajêra Kuettaya eyaleta Belucîstana Pakîstanê êrîş birin li ser navenda polêsan.Kesên êrîşkar nêzî 5 seatan nêzî 200 kesî rehîn girtin.Di  bûyerên ku di êrîşa çekdarî  qewimîn de 59 kes jiyana xwe ji dest dan û 117 kes birîndar bûn.

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve di derbarê êrîşê de hat ragihandin di êrîşê de Keleşkof hatine bikaranîn û 2 kesên xwekuj bombeyên li ser xwe teqandine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.