Li Pakistanê êrîş: 14 mirî
Li Pakistanê çend kesên nasnameya wan nediyar bi çekan êrîşî otobuseke rêwîyan kirin, di êrîşa ku hat kirin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Pakistanê çend kesên nasnameya wan nediyar ên ku tê diyarkirin cil û bergên leşkeran li xwe kiribûn bi çekan êrîşî otobuseke rêwîyan kirin, di êrîşa ku hat kirin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan 2 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.
Tê diyarkirin di nav kesên ku hatine kuştin de çend leşker jî hene. Hêj êrîş ji teref tu kesî ve li ser xwe nehatiye girtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.