Li Pakistanê Lehî

Li Pakistanê Lehî

Li Pakîstanê tekoşîna li ber lehîya ku bûbû sedema mirina herî hindik 500 kesî didome.

Li Pakîstanê mucadela li ber lehîya ku bûbû sedema mirina herî hindik 500 kesî didome.

Li bakurê rojhilatê Pakîsanê li eyaleta Pencabê, ji ber barana Mûsonê li bajarê Mûltanê gelek xanî di bin avê de man.

Ji alîyekî Artêşa Pakîstanê bi helîkoptêr û botan kesên asê xelas dike ji alîyekî ve jî di nav bajêr de xendeqan dikole da ku rê li ber lehîyan bigre û rêya çeman dagerîne.

Li herêmê bi sedan kes hatin tehlîyekirin û hewl tên dayîn ku alîkariyan bighînin kesên ku asê mane.

Li aliyê din Bagera Odîleyê li Girava Kalofîrniyaya Meksîkayê rabû. Leza bagera şedîd di saetekê de 145 kîlometre ye, ji ber bagerê dar rabûn, xetên ceyranê zirar dîtin. Ji ber rîska lehiyê bi hezaran kesan xwe spartin herêmên ewletir.

Di bagerê de herî zêde xwediyên dikanan xisar kirin. Gelek dikanên ku camekanên wan şikiyan, hatin şêlandin û talankirin.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.