Li Pakistanê li dijî qereqolê êrîş hat lidarxistin: 10 polês canê xwe ji dest dan

Li Pakistanê li dijî qereqolê êrîş hat lidarxistin: 10 polês canê xwe ji dest dan

Li bakurê Pakistanê li dijî qereqola polêsan ji teref mîlîtanan ve êrîş hat lidarxistin. Di encama êrîşê de herî kêm 10 polês canê xwe ji dest dan.

Bûyer, di qereqolekî ku li herêma Dera Îsamîl Xana wîlayeta Xeyber-Paxtunwayê ye pêk hat.

Li gorî çapemenîya medyayê ji 30 heban zêdetir mîlîtan ji 3 alîyan êrîş dane destpêkirin û herî kêm 2seat û nîv pevçûn pêk hatîye.

Rayedaran diyar kirin ku êrîşdaran di nêzê seatên serê sibehê de ji bo demeke kurt qereqola polêsan bi dest xistine.

Rayedaran îfade kirin mîlîtanan dema ku ketine nav qereqolê bombeyên desta avêtine, ji ber vê yekê zêdetir polês mirine.

Hat îfadekirin ku heta niha 10 polês canê xwe ji dest dane, 6 polês jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.