Li Qamişloyê Pevçûn

Li Qamişloyê Pevçûn

Niştecîyên Qamişloyê ji ber şerê Ypg û Daîşê xwe spartin sînorê Nisêbîna Mêrdînê. Niştecî piştî ku şer qedîya vegerîyan malên xwe.

Ji ber pevçûnên Ypg û Daîşê yên li Qamişloya bajarê Sûrîyê, xelkê herêmê yê ket panîkê baz da sînorê Nisêbîna Mêrdînê.

Kesên Sûrîyeyî yên ku hatin herêma mehella Yênîşehîrê, xwestin ku derbasî hêla Tirkîyê bibin.

Ji bo ewlehîyê nehiştin ku Sûriyeyî têkevin Tirkîyeyê û bergirîyên li ber sînor hatin zêdekirin.

Hinek malbatên ku xebera pevçûnan bihîstin hatin sînor, ji bo ku zarokên wan ên li hêla Qamişloyê derbasî Tirkîye bibin, ji polîs alîkarî xwestin.

Polîs bi wesaîtên zirxî anons kir ku ber sînor bê valakirin û kesên li sînorê Nisêbînê kom bûbûn, ji herêmê bi dûrxistin.

Piştî ku pevçûn bi dawî bûn, Sûriyeyî vegerîyan malên xwe.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.