Li Qoserê pevçûn: 4 birîndar
MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê di nabeyna 2 koman de pevçûn derket. Di encama pevçûna çovan de 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li navçeya Qosera Mêrdînê di nabeyna 2 koman de pevçûn derketiye. Di encama pevçûna ku bi dar û çovan pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Bûyer îro di derdora saet 08.30an de li Qada Ozgurluka Qoserê de qewimî. Gor agahiyên ku hatine bidestxistin di nabeyna 2 koma de ji ber sedemên ku nayên zanîn gengeşe derket. Dûvre ev gengeşe zivirî pevçûnê. Di encama pevçûna ku bi dar û çovan pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoser. Her wiha hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.