Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 5 mirî 190 birîndar

Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 5 mirî 190 birîndar

Di bûyerên ku li Basrayê dest pê kirin û dû re belavî gelek bajarên Iraqê bûn de heta niha 5 kesanjiyana xwe ji dest dan û 190 kes jî birîndar bûn.

Li Basraya Iraqê berî vê çend rojan xelk ji ber bêxizmetî, qutbûnên ceyranan û bêrêtîyê xwe berdan kolanan û xwepêşanan da destpêkirin. Xwepêşanên ku li Basrayê destpêkirin her ku diçle zêdetir dibin û belavî bajarên din dibin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di xwepêşanên ku berdewam dikin de heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 190 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Endamê Komîsertîya Bilind a Xweser a Mafên Însanan a Parlementoya Iraqê  Fadil Garavî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Garavî destnîşan kir di xwepêşanên ku ev bû heftîyek li 3 bajaran berdewam dikin de 5 xwepêşan jiyana xwe ji dest dan û 128 jê wezîfedarên ewlehîyê tev de 190 kes birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler