Li Reyhanliyê êrîşa moşekî: Kesek mir 30 kes birîndar bûn

Li Reyhanliyê êrîşa moşekî: Kesek mir 30 kes birîndar bûn

Ji devera Efrîna Sûreyê êrîşek moşekî li Reyhanliya navçeya Hetayê hat rastkirin. Di encama erîşa moşekî de kesekî jîyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bû.

Bi sedem moşekên ji Efrînê hatin avêtin li Reyhanliya navçeya Hetayê kesekî jîyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ji çavkaniyan hatine wergirtin dema Serfermandarê Giştî yê Tirkîyeyê Hûlûsî Akar li ser sînor yekîneyên sînor teftîş dikir ji devera Efrînê 3 êrîşen moşekî li Reyhanliya navçeya Hetayê hat rastkirin.

Hat hînkirin ku ji moşekên hatine avêtêtin jê yek li dîwarê hewşa baxçeyekî îsabet kir, yek jî li ser avahîyekî ket û ya sisya jî li wesaîtekê ket. Piştî êrîşên moşekî li gor daxuyanîyên ewil welatîyekî ji Sûrî jîyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê gelek tîmên tendirustî û ewlehîyê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar ji teref tîmên tendirustîyê ve rakirin nexweşxaneyên bajêr û xistin bin tedawîyê.

Li hêladin bi sedem êrîşan li hinek avahî, kargeh û wesaîtan xisara madî pêk hat.

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler