
Li Rihayê 101 kîlo tiryak hat bidestxistin
Di operasyona ku ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajarê Rihayê ve hat lidarxistin de 101 kîlo tiryak hat bidestxistin, şikdarek jî hat binçavkirin.
Operasyon doh hat lidarxistin û di encamê de; 68 kîlo 500 grem eroîn, 23 kîlo û 500 grem esrara skunk û 9 kîlo jî esrara toz hat bidestxistin.
Walîyê Rihayê Hasan Şildak, destnîşankir ku tiryaka hatîye bidestxistin dikare 410 hezar û mirovan jehrî bike.
Piştî operasyonê mirovekî jî hat binçavkirin.
Walî Şildak, ji ber xebatên wan ekîbên narkotîkê zîyaret kir û wan pîroz kir.
Hat îfadekirin ku ew ê micadeleya bi tiryakê re bênavber berdewam bike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.