Li Rihayê çi diqewime?

Li Rihayê çi diqewime?

Ji ber îddîayên ku li Rihayê ji teref AK Partîyîyan ve muşahîdên partîyên hatine darbkirin kesên siyasî dest bi xebatan kirin da ku îddîa bên lêkolînkirin.

Îro ji seat 08.00an pê ve li tevahîya Tirkîyê dest bi dengdanê hat kirin. Di serî li Pirsûs û Halîlîya navçeya Rihayê  hat îddîakirin ji teref AK Partîyîyan ve muşahîdên partîyên din hatine darbkirin, ji ber vê yekê  kesên siyasî dest bi xebatan kirin da ku îddîa bên lêkolînkirin.

Hat îddîakirin namzedê parlementerîyê yê AK Partîyê digel kesên çekdar mekteb ni mekteb digere û dengên blok bi kar tîne. Ev îddîa li navçê û bajêr bû sedema bertek û acizîyan.

Li gor agahîyên ku ji kesên şahid hatine wergirtin  namzedê parlementerîyê yê AK Partî û digel kesên çekdar ên pê re  muşahidên partîyên din derb kirine û ji salonê daye derxistin û dû re jî di salonê de dengên tevahîyê ango li ser navê xelkê deng avêtin sindoqan.

Wezîfedarên ku hatine darbkirin li qereqolê gilîdar bûn.

Hat ragihandin dema ku seat bû 12.30  kesên hilbijêr nikaribûn dengên xwe bidin, lewra li gor îddîayan bo dengdanê pusula û zarf li salonê nemabûn. Li gor şahidan temamê pusula û zarfan ji teref AK Partîyîyan ve hatine bikaranîn.

Hat îddîakirin ku li Pirsûsê li sindoqekê zêde deng hatine avêtin, ji ber vê yekê zabitname hat girtin. Bûyerên ku qewimîne û îddîayên ku tên vegotin ji teref muşahid û şahidan ve bi telefonan ve hatin qeydkirin û li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Di dîmenên ku hatine parvekirin de tê dîtin ku kesê ku qeydê digire dibêje ‘Birêz Serok, hûn dibînin ne? Hûn şahid in ku li ser navê xelkê deng hatine dayîn.’

Wekîlê CHPyî yê Enqerê Murat Emîr derbarê bûyer û îddîayan destnîşan kir ji ber tehdît û gefxwarinan  ew muşahidên xwe ji navçê kişandine.

Ji ber îddayan gilî hat kirin, Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven destnîşan kir derbarê mijarê de diyar kir derheqê tiştên ku diqewimin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.