Li Rihayê xanîya giran xesar hilweşîya: 2 mirî, 8 birîndar

Li Rihayê xanîya giran xesar hilweşîya: 2 mirî, 8 birîndar

Li navçeya Bozovaya Rihayê xanîyekî ku giran xesarbû hilweşîya, di encama hilweşîna xanîyê de 2 kes mirin, 8 kesan jî birîndar bûn.

Bûyer, li Gundê Dînan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, xanîya yek qatî ku giran xesarbû di seatên êvarê de hilweşîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîp hatin sewqkirin. Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê di kavilan de xebatên lêgerîn û xelaskirinê dan destpêkirin.

Di encama xebatan de kesekî bi mirîtî, 9 kes jî bi birîndarî hatin derxistin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Ji birîndaran Cemîle A. Digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.