Lı rojhılatê rewşa hewayê

Lı rojhılatê rewşa hewayê

Lı herêma rojhılatê Anadoluyê bışev hewaya herî sar dı bın sıfırêda bı 13 pıleyî lı erdexanê hat pîvandın.

Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hulmegura nimiz a Îzlandayê da ye.

Li herêmê bişev germahiya hewayê li Îdir û Bidlîsê 4, li Ezircan, Mûş û Hekariyê 1, li Wanê 0, li Erdexanê di bin sifirê da 13, li Qersê di bin sifirê da 10, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Îdirê 13, li Ezircanê 9, li Hekariyê 8, li Wanê 5, li Erzirom û Bidlîsê 3, li Qers, Agirî, Erdexan û Mûşê 2 pile be.

Qalindahiya berfê li Bidlîsê 110, li Agiriyê 30, li Mûşê 24, li Erziromê 17, li Wanê 7, li Erdexanê 6, li Qersê 5, li Hekariyê 1 santêm hat pîvandin.

Rayedaran ji bo cemed, mij û aşîtê hişyarî dan welatiyan ku bira baldarbin.

BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.