Li Şernexê ne tenê mal, xewn jî tên hilweşandin

Li Şernexê ne tenê mal, xewn jî tên hilweşandin

Qedexeya derketina derve ya ku li Şernexê di 14ê Adarê de hatibû îlankirin hêj berdewam dike.Serokê Nûh Egîtîm-Derê Nuredîn Tatar di derbarê mexdûrîyeta ku li Şernexê hêj berdewam dike de banga alîkariyê kir û ji rayedaran teleb kir ku qedexe bê rakirin

Serokê Nûh-Egîtîm-Derê  Nuredîn Tatar ji bo mexdûriyetên ku li Şernexê tên jiyan bîne ziman li Êlihê di avahîya Sevgî-Derê de bi Platforma Evîndarên Pêxember û Platforma Alîkariyê ya Umut Kerwanî re hat bal hev.

 “Haya tu kesî ji êş û zehmetiyên ku li Şernexê tên kişandin nîne”

Tatar di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Şernexî muxtacê arîkariyê ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji pêvajoyeke bi zehmet derbas dibin.Em ji Şernexê hatin vê derê.Dibe ku haya gelekî ji we ji eziyet û êşên Şernexê nîn be.Şernex ev 227 roj e ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, li wê derê di vê pêvajoyê de gelek zilm û talan hatin kirin.Ev zilm di 14ê Adarê de dest pê kir.Me di nava van 227 rojan de bi şikleke cîdî ji tu kesî alîkarî nedît.Mixabin bajêr hema hema hatiye asteke wiha ku ew maye ku ji xerîtê neyê rakirin.Li gor danayan ji sedî 60ê  bajêr xera bûye, lê bajêr  ji vê danayê zêdetir xera bûye.”

 “Kesên ku siyaseta çalan kirin, xelkê mexdûr kirin”

Tatar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir kesên ku siyaseta çalan kirine xelkê mexdûr kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku siyaseta çalan kirin xelkê mexdûr kirin.Her wiha ev bû 145 roj ku operasyon bi dawî bûne, lê hêj qedexe nehatiye rakirin.Dema di meha Adarê de qedexe îlankirin zivistan bû û însan nedixebitîn.Ji xwe li heremê zehmetiyê cidî hene, nexasim jî li Şernexê.”

 “Em ji wehşet û zilmên wisa re bûn şahid ku nayên bîra mirovan”

Tatar di berdewama axavtina  xwe de destnîşan kir li Şernexê ne tenê mal, xewn jî tên hilweşandin û wiha  li axavtina xwe zêde kir: “Li Şernexê dîrokek tê tunekirin, tê talankirin û ji destên însanan tê standin.Me bi çavên xwe dît însan bûn dizê eşyayên xwe, em ji wehşet û zilmên wisa re bûn şahid ku nayên bîra mirovan.Heger ku a niha xelkê Şernexê vegerê mala xwe  ji sedî 60-70ên wan bêmal û ji sedî 90ên wan jî bêkar in. Lewra  a niha tu karê ku bikin nemaye.Sûka wê ji serî heta bin xera bû.”

Tatar di dawiya axavtina xwe de ji bo Şernexê banga alîkariyê kir û destnîşan kir Şernexê li benda destê rehmetê ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler