​Li Sêrtê cixareyên qeçax hat bidestxistin

​Li Sêrtê cixareyên qeçax hat bidestxistin

Li Sêrtê 16 hezar û 600 pakêt cixareyên qeçax û 91 pakêt nargîle hat bidestxistin.

Hat ragihandin li Sêrtê 16 hezar û 600 pakêt cixareyên kaçax 91 pakêt nargîle hat bidestxistin.

Di beyanata ku ji teref Midûriya Ewlehiya Sêrtê ve hat dayîn de hat gotin: “Ji ber ku kesekî ku ji wesayîta xwe piya dibû û digel poşeta reş a di destê xwe de diketa malan û ji wan derdiket di mal û wesayîta wî de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînan de bi marqeyên ji hev cuda tev de 660 karton cixarêyên (16 hezar û 600 pakêt) qeçax hatin bidestxistin.    

Di kontrolên ku li Xaçerêya Pîşesaziyê  hat kirin de jî wesaîyeteke gumanbar hat sekinandin û di wesayîtê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de bi marqeyên ji hev cuda 91 pakêt nargîle hatin bidestxistin. Di heqê 4 kesên ku bi bûyerê re têkildar in de xebat hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.