Li Sêrtê qeza: 3 birîndar

Li Sêrtê qeza: 3 birîndar

Li Sêrtê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Sêrtê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Kolana Turan Beyazitê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 56 AN 488  a ku ajokarê wê Cîhan Yilmaz bû û kamyoneta bi plaqeya 10 RV 844 a ku ajokarê wê Medenî Korkulu bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.