Li Sêrtê qezaya trafîkê: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
Li Sêrtê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Misircêya Sêrtê li nêzî mewqîya Zengayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes birîndar bûn ku rewşa 2 birîndaran giran e.
Qeza li ser Rêbeja Misircê-Sêrtê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 72 MA 019 a ku ajokarê wê kesê Sûrîyeyî bû û otomobîla bi plaqeya 34 ZH 0122 a ku ajokarê wê Savaş Karataş li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Savaş Karataş, Alî Dama, Murvet Azun û Heysel el Macît birîndar bûn.
Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re ambûlans û yekîneyên rizgarîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa kesên bi navê Elî û Duma giran e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.